1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. "Covîd-19 li cihên germ nikare zêde belav bibe"
"Covîd-19 li cihên germ nikare zêde belav bibe","covîd,19,li,cihên,germ,nikare,zêde,belav,bibe"

"Covîd-19 li cihên germ nikare zêde belav bibe"

A+ A-

Li gorî lêkolînekê ku li kovara tipê ya bi navê JAMA Network Openê hate weşandin, şewba Covîd-19 bi taybetî li pêşberî germahiyê hesas e. Tîpa lêkolînê ya Dibistana Tipê ya Zanîngeha Marylanê ku ji enstîtuya vîrolojiyê ya dibistanê Mohammed Sajadî serkêşiyê jê re dike, daneyên 50 bajaran hatin lêkolîn ku 8 ji wan herî zêde ketine bin bandora vîrûsê û 42 jî di asteke kêm de ketiye bin bandora vîrûsê.

Li gorî lêkolînê, şewba Covîd-19 li bajarên ku germahiya wan di navbera 0-10 pileyî de ye, yanî bi giranî hewa zivistanê lê heye, bêhtir bi bangor bûye.

Li gorî encamên lêkolînê, vîrûsa SARS-CoV-2 ku bû sedema Covîd-19, li nava sermayê û hewaya bi rûtûbet bêhtir belav dibe. Di encama lêkolînê de hate îdîakirin ku vîrûs li herêmên germ û tropîkal nikare zêde belav bibe.

ANF